Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
kêl û vêl - tirşik
kêl û vêl
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikeke lê ne tenê ya zarokan e, mezin jî dilîzin. wextê ez zarok li cihê seyranê bavê min wan dilîstin. lîstikvan dibin du beş, her kom ji xwe re 3 kêl vedidin, navbera wan qasê 20cm û li pişt hev rêz dikin. di navbera kêlên her du koman de qasê tê xwestin 4-5m tê hiştin. her kom bi dorê ji kêlên xwe kevir diavêjin da ku kêlên koma din bêxin, wexta her 3 kêlên komekê bikevin koma kêlên wan ketî dibezin ku hê yên din wan negirtî xwe bigihînin cihê kêlên wan. koma hemu kêlan êxistî jî hewl didin endamên koma din hê negihayîn cihê wan bigirin. yên hatîn girtin dibin bûk û lîstik dîsa tê lîstin. ger dîsa heman kom hemu kêlan bêxin yên buyîn bûk derbasî koma din dibin, ger koma endamên wê buyîn bûk hemu kêlan bêxe wê demê lîstik dibe weke ji berê, dîsa ji serî tê lîstin.



10.07.2014 13:22 | azadixwaz

2. (bnr: didu kele)



10.07.2014 13:43 | birazî

3. lîstikek gelekî xweş e. beşa avêtina keviran jî beşa berdana pê hev û din jî gelek xweş e. me li bajar qet nelîstiye. lê dema libajêr diçûn seyranê, derdiketin çiyayan û li wir dilîst. jixwe ez bawer im lîstika gund û seyranê ye, ne li gor bajaran e.



11.07.2014 00:03 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
kurdên nasyonalîst [1]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kurdên nasyonalîst [1]
Divêya ev nav û ev hizr neketa li ber destê van kesên bêaqil, ji bo he...
kurdên nasyonalîst [1]
tevgera fikrekê rewşenbîrî ya kurdiyetî yê temsîl dike, ku ji hebûna x...
kurdên nasyonalîst [4]
çeteya ku îro li qada newroza amedê ji aliyê ciwanên şoreşger hatine b...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêla memê
» vêl

Kategoriyên mijarê:: listikrastin cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî